TR KU SO
FB X
Werzis

Kirwatyayê li hember tîma Nîjeryayê bi 2-0 serkeft

Dilges Osman
Nivîskar
📅 17 hezîran 2018 18:53

PeyamaKurd - Di çarçoveya yariyên Koma D ya Kûpaya Cîhanî ya Rûsya 2018ê de tîma Kirwatyayê li hember tîma Nîjeryayê bi 2-0 serkeft û bû xwediyê 3 xalan.

Yariya di navbera Kirwatya û Nijeryayê de li Yarîgeha Kaliningradî hate lîstin.

Di xuleka 32ê de yarîzanê Nîjeryayî Oghenekaro Etebo gok bi xeletî avête nav kelha xwe û beêa yekemîn a yariyê bi 1-0 di berjewendiya Kirwatyayê de bidawî bû.

Di xuleka 71ê de vê carê yarîzanê kirwatî Luka Modric bi penaltiyê golek tomar kir û yarî bi 2-0 xilas bû.

Piştî van encaman di Koma D de Kirwatîstan bi 3 xalan di rêzbenda yekemîn de cîh girt. Di yariya din a vê komê de Arjantin û Îzlanda 1-1 wekhev mabûn û yer yek bû xwediyê xalekî.

Parve bike: