Werzis
Li çiyayê Ergan a Ezirganê dest bi werzişa şemateka berfê kirin
PeyamaKurd – Li bajarê Ezirganê çiyayê Erganê ku her sal lê werzişa şemateka berfê çêdikin, îsal dest bi werzişê kirin. Çiyayê Erganê 3 hezar û 100 metre bilinde û ji ber barîna berfê ya îsal ya ewilî, qaliniya berfê giha 10 cm yî û dest bi werzişa şemateka ser berfê kirin.
Perwerdekarê şemateka berfê yê wezareta ciwanan û werzişê Canser Atilla piştî li bilindahiya çiya berf barî dest bi werzişa şematekê kir.
Sala borî li çiyayê Erganê di 19ê Cotmehê de berf bariyabû lê îsal demsal zû destpêkir.