Werzis
Lordê Brîtanî piştgirî da Amedsporê
PeyamaKurd - Endamê Meclîsa Lordan a Brîtanyayê û siyasetmedarê naskirî Lord Maurice Glasman bi formeyê Amedsporê wêneyê xwe belav kir û bi eşkereyî piştgiriya xwe ji bo klûba Amedspor a Bakurê Kurdistanê anî ziman.
Glasman ê ku bi piştgiriya xwe ya domdar ji bo tîma Tottenham Hotspur jî tê naskirin, destnîşan kir ku ew ji dîl piştgiriya her du tîman dike û serkeftin û têkoşîna Amedsporê dişopîne.
Hêjayî gotinê ye, Amedspor bi taybet jî piştî ku îsal derket Lîga Super a Tirkiyê ji bilî milyonan Kurdan alîgirên xwe li derveyî welêt jî zêde kirine û wekî nasnameyeke Kurdî jî tê pênasekirin.