Manchester City gav bi gav ber bi sampiyontiyê ve diçe
PeyamaKurd - Manchester Cityê bi performansa ku di vê heyamê de nîşan dide Lîga Premîerê xiste bin bandora xwe, ji bo şampiyontiya cara 5an a dîroka xwe rojan dijmêre.
Manchester Cityê bi performansa xwe ya vê heyamê Lîga Premîer a Îngiltereyê hilda bin tesîra xwe, ji bo şampiyontiya cara 5an a dîroka xwe rojan dijmêre.
Manchester Cityê roja şemiyê ji Manchester Unitedê ra mêvandariyê bike, ev pêşirka ji bo şampiyontiyê gilêya herî girîng e. Reqabeta di navbera Pep Guardiola û Jose Mourinhoyê dîrektorên teknîkî yên herdu tîman balê dikişîne.
Guardiola hingî hatiye ser taxima Manchesterê ji bo tranferan 450 milyon sterlîn mesref da kirin, hêdî hêdî ber û bereketa vê xerckirinê hildide, heke şampiyontiyê îlan bike ew ê di pêşbirkên ji vê şûnda da têkeve pey rekorên teze.
- Şampiyontiya Zû
Manchester City heke di vê pêşbirkê da ji Manchester Unitedê bibe ew ê bibe taxima ku di Lîga Premîer da herî zû bûye şampiyon.
Di heyama 2000-2001î da Alex Ferguson dîrektoriya teknîkî ya Manchester Unitedê dikir û taximê di 14ê nîsanê da şampiyontiya xwe îlan kiribû û hê rekor di destê Manchester Unitedê da ye.
- Xalibiyeta herî zêde
Manchester Cityê di 31 hefteyên lîgê da 27 caran ji reqîbên xwe bi û 3 caran berambere ma. Di heyama 2016-17an da Chelseayê di 30 pêşbirkî ji reqîbên xwe biribû, Manchester City ji bo ku vê rekorê bi dest bixe dibê 4 pêşbirkên xwe yên din da bi ser bikeve.
- 16 puan ferq avêt reqîbên xwe
Ev çend hefte ye Manchester City destûrê nade ku reqîbên wê puanên xwe bigihînin wê, nika 16 puan li pêşiya Manchester Unitedê ye.