Tîma Batman Petrolsporê bû şampiyon
PeyamaKurd - Tîma futbolê ya Batman Petrolspor a Bakurê Kurdistanê di Lîga Duyem a Koma Spî de li deplasmanê bi serkeftineke dîrokî şampiyoniya xwe ragihand û mafê derbasbûna Lîga Yekê ku Amedspor jî niha tê de têdikoşe bi dest xist.
Petrolsporê îro 8ê Nîsanê bi encama 3-2 zora tîma futbolê ya Sîncan Belediye Ankarasporê bir û 3 hefte beriya bidawîbûna lîgê gihîşt armanca xwe.
Bi vê serkeftina li Enqereyê re Batman Petrolsporê puanên xwe derxist 79an û di navbera xwe û hevrikê xwe yê herî nêzîk Muglasporê de ferqa puanan gihand 12an.
Piştî fîkandina dawî ya hakem Levent Bugra Vartemel, lîstikvan û alîgirên tîmê şahiyeke mezin a şampiyoniyê li qada lîstikê lidar xistin.
Ev serkeftina dîrokî ya tîma Batmanê di nav gel û hezkiriyên futbolê yên herêmê de bû sedema kêfxweşiyeke mezin û pîrozbahiyên şampiyoniyê li bajarê Batmanê yê Bakurê Kurdistanê jî dest pê kirin.