TR KU SO
FB X
Werzis

UEFAyê ji bo silava leskerî Tirkîyê ciza kir

📅 21 berfanbar 2019 15:00

PeyamaKurd - Yekîtiya Federasyonên Futbolê ya Ewrupa (UEFA) bi sedema ku lîstikvanên tirk di yariyên meha Cotmehê de bi mebesta piştgiriya operasyona artêşa Tirkiyê ya li dijî Sûrîyê silava leşkerî dane Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) ceza kir.

UEFA, herwiha 20 futbolîstên tirk jî hişyar kirin ku silava leşkerî dane, “Silavên leşkerî ku ji aliyê lîstikvanên tirk ve hatine dayîn, di çarçoveya wateya wê ya polîtîk de, nayê pejirandin," UEFA bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand.

UEFA bi di berdewamiya daxuyaniya xwe de got ku futbolîstên tirk yariyên sporê, dijî rêbazên heyî, ji bo armancên ne sporvanî bi kar anîn û peyamên polîtîk dane.

Hêjayî bîrxistinê ye ku lîstikvanên tîma netyewî ya Tirkiyê di yariyên bi Fransa û Albanya re de silavên leşkerî dabûn.

Futbolîstê brezîlî Robinho jî di nav de, lîstikvanên tîma Başaksehîra Stenbolê jî di maça Europa League de bi heman awayî silav dabûn.

Di nav futbolîstên ku hatine hişyarkirin de ji AC Milanê Hakan Çalhanoglu, Ji Juventus Merîh Demîral û ji tîma Everton jî Cenk Tosun heye.

Parve bike: