image

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku dê îşev ji aliyê Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariya Tirkiyeyê ve konsertek bê dayîn. Hat zanîn ku konsert dê ji destpêkê heta dawiyê, bi stranên hunermendê Kurd Ahmet Kaya were lidarxistin.

Stranên hunermendê Kurd Ahmed Kaya, îşev di Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariya Tirkiyeyê de tên pêşandan. Hat ragihandin ku dê di konsertê de 16 stranên Ahmed Kaya bi amûrên cihêreng ên muzîkê werin pêşkêşkirin. Navê konsertê jî “Di Muzîka Resen de Portreyek; Ahmet Kaya” hat danîn. Hat ragihandin ku senfonî îşev saet di 20:00an de li Hêwana Navendî ya Orkestraya Senfoniyê ya Serokomariya Tirkiyeyê ya Enqereyê ye.

Ahmet Kaya, di sala 1957an de li Meletiya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û hunermendekî Kurd e. Ji ber ku gelek dozên bi tometa endamtiya rêxistina terorî lê hatibûn vekirin û ji aliyê rojnameyên demê ve hedef hatibû nîşandan, di 16ê Hezîrana 1999an de surgûnî Fransayê bû. Ahmet Kaya, di 57 saliya xwe de (17ê Mijdara 2000î) li Parîsê ji ber qeyrana dil, jiyana xwe ji dest da.