image

PeyamaKurd-Serokê Amerîkayê Joe Biden ragihand ku Japonya jî di nav de wan bi 13 welatan re ‘Çarçoveya Aboriyê ya Hint-Pasifikê’ (IPEF) daye destpêkirin. Serokê Amerîkayê, IPEFa  Tokyoyê îro da destpêkirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di gera xwe ya Asyayê de li Japonyayê ye. Joe Biden da zanîn ku Amerîkayê, bi 13 welatan re ‘Çarçoveya Aboriyê ya Hint-Pasikifê’ daye destpêkirin. Serokê Amerîkayê, piştî ku IPEFa Tokyoyê da destpêkirin, da zanîn ku ew îro ji bo armancekê li wê derê ne û pêşeroja sedsala 21emîn dê bi beşeke dorfireh li Hint-Pasifikê were nivîsandin.

Li gorî daxuyaniya ku ji Koşka Spî hat dayîn, di IPEFê de ji bilî Amerîka û Japonyayê, Hindistan, Koreya Başûr, Awûstralya, Endonezya, Tayland, Singapûr, Malezya, Filîpin, Vietnam, Zelandaya Nû û Brunei cih digirin.

Hat ragihandin ku IPEF bi zêdahiya dahata xwe ya aboriyê, nêzîkî ji %40ê dahata aboriya cîhanê ye. Li gorî nûçeya ku ji Ajansa Kyodoyê hat belavkirin, 13 welatên IPEFê daxuyaniyeke hevpar daye û di daxuyaniyê de hatiye gotin ku “Ji bo ku em aboriyên xwe ji pêşerojê amade bikin, me ev pêvajoya IPEFê da destpêkirin. Bi vê înîsiyatîfê hedefa me ew e ku em li herêmê hevkarî, pergal, jiyaneke bi rehetî, geşepêdan û aştiyê pêk bînin.”