image

PeyamaKurd – Di demeke ku nîqaşên piştî dijderketina endamtiya NATOyê ya Fînlandiya û Swêd a Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan dewam dikin de, ji rayedarên Amerîkî îdiayeke balkêş hat.

Rojnameya Wall Street Journal nûçe analîzek li ser mijarê belav kir û diyar kir: “Di çend salên dawî de, yek ji veguherîna polîtîkayên dramatîk a ewlekariya Ewropayê, biryara endamtiya Fînlandiya û Swêd bo NATOyê ye û ew biryar jî destê zilamekî tenê de ye; Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan.”

Dîplomatên Tirk jî ji ber helwesta Erdogan şaş man!

Di nûçeyê de tê gotin ku Erdogan bi girtina deriyên NATOyê li ber Fînlandiya û Swêdê, li rêya mizakereyan bi hevpeymanên xwe yên Rojavayî re digere. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Tirk û Erdogan sedema acizî û dijderketina endamtiya wan welatan bo NATOyê hebûna rêxistinên terorî ye.

Herwiha tê bibîrxistin ku beriya niha jî ew mijara hatiye rojevê û li ser ji nû ve anîna rojevê ya wê mijarê ji aliyê Erdogan ve hin rayedarên Tirk dibêjin; “Bi vê mijarê re hem rayedarên NATOyê hem jî berpirsên dîplomasiya Tirkiyê şaş man.”

Rayedarên Amerîkî: Erdogan dixwaze bi Biden re zêdetir hevdîtinan bike!

WSJê di rapora xwe de serî li nirxandinên 3 rayedarên Amerîkî daye ku li ser mijarê gotine: “Tirkiye hewl dide bi bikaranîna vê pozîsyona xwe ya NATOyê ji Washingtonê îmtiyazan bistîne. Di nav de jî firotina balafirên F-16 û herwiha zêdetir hevdîtina ligel Serok Biden heye. Dibe pêwendiyeke telefonê jî be.”

Çavkaniyên Amerîkî ji WSJê re, bal kişandine ser ku li beramber daxuyaniyên dîplomatên Tirk ên bo çareseriya dîplomatîk, Erdogan gotinên xwe hişktir dike.

Erdogan di bin fişara aborî û siyasî de ye!

Heman çavkaniyan gotiye: “Welatên rojavayê jê piştrastin ku Tirkiyê razî bikin. Welatên Rojava di bin fişarê de ne ku heta Lutkeya NATO ya dawiya meha Hezîranê vê mijarê çareser bikin. Heger mijar beriya lutkeyê çareser bibe jî wê proseya endamtiyê bi hefteyan heta bi mehan jî dewam bike.”

Li aliyê din li gorî heman analîzê ji bo Erdogan hatiye gotin: “Li Tirkiyê jî li ser Erdogan û hikumraniya wî fişara krîza aborî û hilbijartinên sala bê heye.”

Di dawiyê de jî tê diyarkirin ku di mijara dijderketina endamtiya NATOyê de, Fînlandiyayê kêmtir ziyan ji helwesta Tirkiyê dîtiye û Enqere bêhtir fokûsa xwe dide ser welatê Swêdê.