image

PeyamaKurd – Vê carê rêvebiriya Amerîkayê bazirganiya petrol û berhemên petrokîmyayê xist hedefa xwe. Wezareta xezînê ya Îranê bi sedema alîkariya Îranê di firotina petrol û berhemên petrokîmayê di firotina Asya Rojhilat de kirine, tora bazirganî ku hinek kes û rêxistinên navdewletî tê de ne, xist lîsta reş.

Di ragihandina wezaretê de hat gotin ku şîrketên paravan li welatên Kendavê avakirine û ji şîrketên Îranê petrol û berhemên petrokîmyayê bi milyon dolaran difroşin Asya Rojhilat. Wezaret reagihand ku şîrketa Petrokîmyayê ya Jam ku navend Îrane û tora ji kes û rêxistinan avabûye, xistiye lîstê. Musteşarê xezînê yê ji teror û îstîxbarata darayî berpirs Brian Nelson weha got:

“Li aliyekî Amerîka dixebite da bi Îranê re bigihê peymana piralî û li aliyê dinê em ê temamê erka xwe bikarbînin da dorpêçan deynin an nehêlin ku Îran petrol û berhemên petrokîmyayê bifrişe derve.”

Di nav şîrketên ku têkiliyên wan bi mijara li jorê hene 13 şîrket, 2 hemwelatî û 2 tanker hene.