PeyamaKurd- Li gorî nûçeya ku ji CNN’ê hat belavkirin, li ser girtina rojnamevanê Amerîkî, rêveberiyên hikûmetên Suriye û Amerîkayê rasterast hevdîtinan dikin.
Di nûçeya CNNê de tê diyarkirin ku di salvegera girtina rojnamevanê Amerîkî Austin Tice de Serokê Amerîkayê Joe Biden bang li hikûmeta Beşar Esad kiribû. Bi berdewamî tê gotin ku piştî vê yekê, yek ji rayedarên Amerîkayê daye zanîn ku di navbera herdu rêveberiyan de hevdîtinên rasterast tên kirin.
Li gorî ragihandina vî rayedarekê ji rêveberiya Joe Biden ku ji bo CNNê ragihandiye, rayedarên herdu hikûmetan, ji bo berdana rojnamegerê girtî, rasterast di nav pêwendiyan de ne lê belê tu hevdîtinên ku hatine kirin, li Şamê pêk nehatine. Her wiha hatiye gotin ku di hevdîtinan de pêşketinek jî bi dest neketiye.
“Esad, rê nade”
Di rojên borî de Serokê Amerîkayê Joe Biden û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken gotibûn,
“Em serwext in ku rojnameger Austin Tice, li Suriyeyê wenda bûye û ji aliyê rejîma Suriyeyê ve hatiye girtin. Ji bo ku em rojnamegerî vegerînin mala wî, me bi caran xwest ku hikûmeta Suriyeyê, ligel me kar bike.”
Li gorî ragihandina rayedarê Amerîkî, her çiqas ji aliyê Amerîkayê ve rê hatibin ceribandin jî rêveberiya Esad hevdîtin rawestandine û hevdîtinên rasterast jî red dikin.