image

PeyamaKurd – Leşkerê Rûsyayê ku yekem car bi hinceta kuştina sivîlan derket pêşberî dadgeha Ukraynayê, bi sizayê muebetê hat sizadan.

Fermandarê tankan ê 21 salî bi navê Vadim Şişimarin, 28 Sibatê bi fermana kuştina gundiyekî ukraynî yê 62 salî Oleksandr Şelipov li devera Çupakhivkayê dihat darizandin.

Leşkerê rûsî daxwaza lêborînê ji malbata Şelîpov kiribû.

Dadwerê Ukraynî Serhiy Agafonov, diyar kir ku Şişimarin bi fermana fermandarekî din bi çeka otomatîk û bi çend guleyan ew kesê sivîl kuştiye.

Biryara sizadana leşkerî rûsî bi sizayê muebetê wekî biryareke sembolîk tê nirxandin ku li gorî rayedarên ukraynî heta niha zêdetirî 10 hezar tawanên şer ji aliyê Rûsyayê ve li Ukrayna hatine encamdan.