image

PeyamaKurd – Serokê Komîsyona Polîtikiya Derve û Ewlehiya Netewî li Parlamentoya Îranê Ebas Muqtedayî, derbarê danûstandinên peymana nukleerî yên Vîyenayê de daxuyanî da. Li gorî nûçeya televizyona dewletê ya Îranê Muqtedayî gotiye, gotûbêjên li ser peymana nukleerî bidawî bûne û pêvajoya lihevkirinê dest pê kiriye.

Di nûçeyê de hatiye diyarkirin ku li ser mijarê li parlamentoyê civîneke taybet hatiye sazkirin û di wê civînê de şanda danûstankar a hevdîtinên Vîyenayê û payebilindên Îranê amadehî kirine.

Di nûçeyê de hatiye eşkere kirin ku di çend hefteyên dawî de, pêşketîn di danûstandinên nukleerî de çêbûne û ji bo Îranê xala herî girîng a lihevkirinê, garantîkirina berjewendiyên aborî yên Îranê ye û divê ambargoyên li ser bazirganîya derve û petrola Îranê werin rakirin.

Muqtedayî di wê civînê de gotiye, "Gotûbêj bidawî bûn, proseya lihevkirinê dewam dike. Di civîna parlamentoyê de biryar hat dayîn, pêwîste êdî Îran û Amerîka biryarên xwe yên siyasî bidin.”