image

PeyamaKurd-Hat ragihandin ku li bajarê Abadanê yê Îranê, îro avahiyeke 10 tebeqeyî hilweşiyaye. Hat zanîn ku di encama hilweşîna avahiyê de heta niha 4 kesan canê xwe ji dest dane û 55 kes birîndar bûne. Hat ragihandin ku bi dehan kes jî di bin xirbê avahiyê de asê mane.

Li gorî nûçeyên ajansên herêmî yên Îranê, îro li bajarê Abadanê yê ser bi başûrê eyaleta Xuzîstanê ve avahiyeke 10 tebeqeyî hilweşiyaye. Hat ragihandin ku di encama hilweşîna avahiya bi navê ‘Metropol’ de mirî, birîndar û kesên asêmayî hene. Li gorî daxuyaniya Serokê Saziya Beşên Lezgîn ên Îranê Cafer Miyadfer; 4 kesan ji ber hilweşîna vê avahiyê canê xwe ji dest dane, 55 kes birîndar in û 80 kes jî asê mane.

Hat ragihandin ku hem ji nav bajêr hem jî ji bajarên derdorê, 50 tîmên hawarçûnê û 30 ambulans li cihê bûyerê ne. Hat zanîn ku xwediyê avahiyê û mutehidê ku ev avahî ava kiriye, hatine binçavkirin. Hîn li nav xirbê avahiyê, lêgerîna asêmayiyan didome.