image

PeyamaKurd – Metirsiya pirsgirêka gaza xwezayî ya ji ber krîza enerjiyê ya piştî şerê Ûkrayna-Rûsyayê derket, vê zivistanê li pêşiya Almanyayê ye.

Serokê Tora Ajansa Federal Saziya Almanya ya enerjiyê birêkûpêk dike Klaus Mueller diyar kir, stokên gazê ji meha 11an pê ve wê têra ji sedî 95ê tê armanckirin bike, lê ger Rûsya gazê bi temamî qut bike wê ev stok tenê têra 2 - 2,5 mehan bike. Herwiha da zanîn, niha stok ji sedî 77 tije ne.  

Mueller eşkere kir: “Di derbarê tijekirina depoyan de em ji berê bileztir in, lê ev nayê mana em ê rehet bibin. Divê em wiha berdewam bikin. Mueller got, hedefa di meha Mijdarê de ji sedî 95 tijebûnê jî wê “zehmet” be.

Di berdewamiyê de Mueller eşkere kir, ji ber kêmbûna sewqiyata Rûsyayê, hikûmetê hişyariya mezaxê dide û vê heftê ji bo bilindbûna buhayê fînansmana enerjiyê wê bacek ji mezêxera bê sitendin.

Mueller got: “Em nizanin wê krîz bi kîjan alî ve veguhere û wê ewilî gaza kê were qutkirin. Rewşeke misoger tuneye. Em hewl didin zelal bin.”