image

PeyamaKurd – Serokê Parlamentoya Tirkiyê Mustafa Şentop, ji bo Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Semra Guzel ku wêneyên wê yên ligel endamê PKKê Volkan Bora ji aliyê medya fermî ya Tirkiyê AAyê ve piştî 5 salan hatin belavkirin daxwaza rakirina parêzbendiyê kir.

Semra Guzel li ser belavkirina wan wêneyan bertek nîşan dabû û gotibû, “Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora (hevalê wê yê berê).”

Herwiha hat ragihandin ku piştî belavkirina wan wêneyan fezlekeya rakirina parêzbendiya Semra Guzel ji Wezareta Dadê re hatiye şandin. Şentop jî gotiye, “Li gorî qenaeta min a şexsî divê parêzbendiya wê bê rakirin.”

Hêjayî gotinê ye, ji 8ê mehê ve di demeke ku doza girtina HDPê berdewam dike de, ew wêne li ser medya civakî ji aliyê dijberên HDPê û kesên nijadperestên Tirk ve têne belavkirin.

PKKyiyê bi navê Volkan Bora di bombebarana 29ê Nîsana 2017an a li gundê Axçali yê Semsûrê de, ligel 3 hevalên xwe jiyana xwe ji dest daye û ew wêne jî di lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Semsûrî de li ser telefona Volkan Bora derketine û piştî 5 salan jî bêyî hebûna biryareke dadgehê li ser Semra Guzel hatine belavkirin.

Parlamentera HDPê Semra Guzel dibêje, wêneyên ku AAyê bi raya giştî re parve kir di dema ku pêvajoya çareseriyê hê dewam dikir de hatine kişandin.

Daxuyaniya Parlamentera HDPê Semra Guzel  ya derbarê mijarê de wiha ye:

“Li ser hin wêneyên ku di şeva 8ê Çileya 2022an de ji aliyê desthilatê ve ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, ez dixwazim di derbarê kampanyaya reşkirin û lîncê de ya ku li ser medyaya civakî û televîzyonan li dijî min hatiye destpêkirin raya giştî agahdar bikim.

Desthilat di van demên dawî de li dijî parlamenterên partiya me ji xwe re suiqesta rûmetê kiriye kar. Bi hin wêneyên ku ji aliyê komên qirêj û êrîşên trollan ên rêxistinî ve tên servîskirin, li ser medyaya civakî înfazên bêdaraz tên kirin. Beriya ku ez rastiyan bibêjim, dixwazim bê zanîn ku ez dê têkoşîna xwe ya hiqûqî ya li dijî van kes û koman bidomînim û li pêşberî darazê ji wan hesab bipirsim.

Eger em bibîr bînin, di sala 2013’an de di pêvajoya çareserî û aştiyê de ku desthilata niha tê de aliyek bû, şer û pevçûn rawestiyabûn. Di vê pêvajoyê de di navbera aliyan de lihevhatinek çêbû û ji aliyê rayedarên dewletê û şandeyên cuda ve çûn û hatina herêmên ku di nûçeyê de hatine binavkirin pêk hat. Ev hemû di çarçoveya zanîn û erêkirina desthilata niha de pêk hatibû û civaka Tirkiyeyê û raya giştî jî şahidiya vê yekê kiribû.

Eger em werin ser wêneyan..., Min Volkan Bora di salên zanîngehê de nas kir û demekê wek heval min wî dît. Di encama nêzîkatiya hestyarî ya di navbera me de, di navbera malbatan de bi merasîmekê me qewl birî.

Dema ku Volkan Bora rojnamegerî dikir, di dawiya sala 2009an de ji ber lêpirsîn û dozên ku pê re rû bi rû ma, neçar ma derkeve derveyî welat. Her çend min hewl da xwe bigihînim wî, heta sala 2014’an bi tu awayî me nikaribû hevdu bibînin.

Di atmosfera erênî ya pêvajoya çareserî û aştiyê ya di navbera 2013-2015’an de ku hatibû destpêkirin, mîna gelek kesên ku hewl dabûn zarok, dayîk, bav û hezkiriyên xwe bibînin, min jî hewl da ku xwe bigihînin Volkan Bora. Dema ez çûm herêma navborî ji aliyê du jinan ve hatin pêşwazîkirin. Ji ber şert û mercên ewlekariyê ji min re hat gotin ku divê ez cilûbergên wan lixwe bikim. Piştî ku ez demek sekinîm, ez hîn bûm ku ew li wê derê ye û me hev dît. Wêneyên ku ji çapemeniyê re hatine pêşkêşkirin, wêneyên wê hevdîtinê ne.

Di sala 2017an de piştî Volkan Bora jiyana xwe ji dest da di encama bidestxistina hinek materyalan de di dosyeyên lêpirsînê yên dane destpêkirin de di derbarê min de ti lêpirsînek heye an na ez nizanim. Lê di 2018an de heta ku ez wek parlamenter hatim hilbijartin, bi ti awayî di derbarê min de lêpirsînek nehat destpêkirin û ji bo îfadeyê jî bang li min nehat kirin.

Wêneyên ku 5 sal berê hatine bidestxistin, îro bêyî ku ji aliyê darazê ve were şopandin, nîşaneya zîhniyeta zilam-dewletê ye. Pêşkêşkirina wêne û nûçeyên ku bi gotinên kirêt û zayendî, diyar e ku ev berdewamiya propagandaya qirêj e ku desthilatdariya siyasî li ser partiya min dimeşîne.

Ez ji tetîkkêşên medyayê û hêzên li pişt wan dipirsim:

1- Madem ev wêne 5 sal berê ketin destê we, salek beriya ku ez bibim parlamenter çima di derbarê min de ti lêpirsîn nehat destpêkirin?

2- Madem ev wêne 5 sal berê ketin destê we, di demeke ku ji avêtina twîtên min jî fezleke hatin amadekirin, di van sê sal û nîvan de ku ez wek parlementer kar dikim, çima derbarê vê dosyayê de fezlekeyek ji parlamentoyê re nehatiye şandin?

3- Çawa çêdibe ku ev wêne dikevin destê `rojnamevanekî`? Ev `rojnamevan` bi şiyanên xwe yên nûçegihaniyê gihîşt van wêneyan an ev wêne ji aliyê Ewlekariyê an dezgeheke dewletî ve jê re hatin pêşkêşkirin?

4- Çawa çêdibe ku ev wêne beriya fezlekeyê di rûpela `rojnameyekê` de tê weşandin?”