image

PeyamaKurd - Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) bi daxuyaniyekê bal kişand ser şer û pevçûnên li cîhanê, krîza aborî û avhewayê û ragihand, cara yekem e li seranserê dinyayê hejmara penaberan 100 milyon kesan derbas dike.

Di daxuyaniya UNHCR ya îro 23yê Gulanê hatiye belavkirin de, wiha tê gotin: “Di dîrokê de yekem care ji ber şer, tundî, binpêkirinên mafên mirovan û çewsandinê hejmara kesên ku neçar mane ji cih û warê xwe bibin, 100 mîlyonî derbas kir.”

Komîserê Bilind ê Penaberan ê NY Filippo Grandi daye zanîn ku ev hejmar rekoreke li cîhanê û ji sedî 1ê nifûsa giştî ya cîhanê pêk tîne.

Filippo Grandi diyar kir: “Divê ev bibe banga hişyariyê ji bo çareserkirin û pêşîgirtina pevçûnên wêranker, bidawîkirina çewisandinê û şerkirina sedemên ku mirovên bêguneh neçar dikin ku birevin.”

Li gorî amarên NY, heta dawiya sala 2021ê li tevahiya  hejmara kesên ji cih û warên xwe bûne 90 mîlyon zêde bûye û bi şerê li Ukraynayê re jî ev hejmar bi lez zêde bûye.

Grandî eşkere kir ku îsal 8 milyon kes neçar mane li nav welatên xwe û zêdetirî 6 mîlyon kes jî neçar mane koçberî welatên din bibin.

Tê çaverêkirin Komîseriya Bilind a Penaberan a NY, 16ê Hezîrana 2022yan rapora xwe ya salane ya Trendên Gerdûnî ya li ser penaber û koçberan ji raya giştî ya cîhanê re ragihîne.