image

PeyamaKurd – Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl ji medya nêzî Rêveberiya Xweser re diyar kir, dewleta Tirk bi nûkirina peymana Edenê ve dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike.

Li gor Endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Aldar Xelîl da zanîn, dewleta Tirk piştî civîna Soçî û Tahranê bi şêwazeke cûda dixwaze armancên xwe yên dagirkeriyê pêk bîne.

Aldar Xelîl eşkere kir, dewleta Tirk di polîtîka xwe ya qirkirina Kurdan de bi israr e, hêzên koalîsyonê û Rûsya jî bi helwestên xwe ji vê polîtîkayê re hevkariyê dikin.

Xelîl got: “HSD wê li hember êrîşan mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne û wê gelên li herêmê li dijî êrîşan mafê xwe yê parastina rewa bi kar bîne.

Herwiha Aldar Xelîl eşkere kir: “Divê em ji bo azadiya xwe li ser axa xwe bimînin û bang li gelên herêmê, taybet jî ciwanan kir ku li ser axa xwe bimînin û xwebiparêzin.”

Aldar Xelîl diyar kir: “Dewleta Tirk çeteyan ji bo berjewendiyên xwe kar anî êdî wan difroşê rejîmê.” û got: “Dewleta Tirk li gor berjewendiyên xwe çeteyan kar anî êdî karê wê bi van çeteyan qediya niha hewil dide bi rejîmê re rûnê.”

Di berdewamiyê de Aldar Xelîl eşkere kir: “Dewleta Tirk bi nûkirina peymana Edenê ve dixwaze dagirkeriya xwe rewa bike.”