image

PeyamaKurd – Li Bexdayê Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî bi Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasa Nûrî Malikî re li ser gotûbêjkirina geşedanên siyasî û hewldanên ji bo dirustbûna yekdengiya niştimanî civiya.

Di daxuyaniya do piştΠcivînê hat belavkirin de hat eşkerekirin, her du aliyan tekezî li ser lihevkirina li ser bingeha hevbeşiya rasteqîn kirine, da ku Iraq ji vê rewşa siyasî ya têketiye derbas bibe, herwiha pêşwazî li destpêşxeriya îro kirine ji bo komkirina hêz û aliyên cuda bo dîtina rêyeke guncav a çareserkiyê û zalbûna bi ser astengiyan de.

Di berdewamiyê de her du aliyan daxwaz kirine, pêngavên serxistina vê destpêşxeriyê berdewam û bileztir were kirin û hewldan di xizmeta armancên bilind de bin.

Hat ragihandin ku di civînê de Serokê YNKê Bafil Talebanî destnîşan kiriye: “Rewşa îro ya welat wisa dixwaze ku em hemû ji bo seqamgîrî û hikûmraniyeke baştir yekdeng bin û armanca me bidestxistina jiyaneke aram û xweşguzeran be ji bo welatiyan.”