image

PeyamaKurd – Baregeha Barzanî bi daxuyaniyekê diyar kir, li hejmarek ragihandin û medyayê belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye. Baregeha Barzanî eşkere dike, ev îdia ji rastiyê dûr e û tu bingeha wê tune ye.

Baregeha Barzanî di daxuyaniyê de da zanîn: “Li hejmarek ragihandin û medyayê belav bûye ku li ser mijara proseya siyasî û navê namzetên serokwezîrê hikûmeta bê ya Iraqê, Serok Barzanî peyamên cuda ji bo serkirdeyên Çarçoveya Hemahengiyê şandiye.”

Baregeha Barzanî herwiha ragihand: “Em li vir ji bo hemû aliyan radigihînin ku ew nûçe ji rastiyê dûr e û tu bingeha wê tune ye.”

Herî dawî eşkere kir û got: “Tevî vê yekê jî, em tekezî ki ser wê yekê dikin ku di proseya siyasî ya Iraqê û hikûmeta bê de, navê kes û alî li cem Serok Barzanî ne girîng e, lê cîbicîkirina destûrê û bernameya hikûmeta bê ya Iraqê girîng e ku ew bername divê li ser bingeha her sê prensîpên şirîkatî, hevsengî û lihevkirinê be.”