image

PeyamaKurd – Mirîdên Rêberê Terîqeta Qadirî, Şêx Mihemed Şêx Ebdulkerîm Kesnezanî ku roja 4ê Tîrmehê li Amerîkayê koça dawiyê kiribû, ji bo ji Rojhilat derbasî Başûrê Kurdistanê bibin bi kêr û xenzeran êrîşî asayîşa deriyê sînorê Başmaxê kirin.

Berprisê Deriyê Sînorê Navdewletî yê Başmaxê, Lîwa Merîwan Şêx Kemal ji Rûdawê re ragihandiye ku zêdetirî ji 200 derwêşên Şêx Mihemed Kesnezanî bi şûr, kêr û xenceran êrîş kirine ser binkeyeke asayişê ya li Deriyê Sînor ê Başmaxê.

Deriyê Sînorê Başmaxê li ser sînorê parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û parêzgeha Silêmaniyê ya Başûrê Kurdistanê ye.

Hêjayî gotinê ye, sînorên di navbera Herêma Kurdistanê û Îranê de ji ber rêgiriyên vîrusa koronayê ji hatin û çûna welatiyan re girtî ye û tenê tevgera bazirganî lê tê kirin.