image

PeyamaKurd – Çapemeniya Tirkiyê diyar kir, di encama bombebarana li kampa penaberan a Mexmûrê, berpirsê PKKê yê Mexmûr, Kerkûk û Silêmaniyê roja 21.05.2022yê de can daye.

Ajansa fermî ya Tirkiyê Anadoluyê nûçe spartiye çavkaniyên ewlehiya Tirkiyê û eşkere kiriye, berpirsê PKK-HPGê yê Mexmûr, Kerkûk û Silêmaniyê Mehmet Erdogan ê di nav PKKê de wek Ehmed Rubar tê naskirin, di encama operasyoneke esmanî de hatiye kuştin.

Herwiha Ajansa Anadoluyê îdia kir ku Mehmed Erdogan ji salên 1990ê û şûn de beşdarî PKKê bûye berpirsekî PKKê yê payebilind e û herî dawî jî berpirsê Mexmûr, Kerkûk û Silêmaniyê bû û destê wî di gelek çalakiyên li hember kuştina leşkerên Tirk û sîvîlan de hebûye.

Di berdewamiyê de heman çavkaniyê destn3işan kiriye ku Ehmed Rubar li kampa Mexmûrê bi nasname û navê Hacî Mîrza Elî ve tevgeriyaye û Saziya Îstixbarata Tirk (MIT) piştî agahiyên li herêmê piştrast kirine ew operasyon li hember wî pêk aniye û di encamê de can daye.