image

PeyamaKurd – Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê diyar kir, ji ber hatina bahoza tozê ku bandor li asta dîtinê kiriye, geştên esmanî hatin rawestandin.

Li gor Rêveberê Giştî yê Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar daye zanîn, ji ber hatina pêla tozbarînê û kêmbûna mesafeya dîtinê, geştên Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê îro ji saet 08:00 hatin rawestandin.

Herwiha eşkere kiriye, dema pêla tozbarînê asayî bibe, li gor lîsteya diyarkirî, geştên li balafirxaneyê wê asayî bibin.

Pêla tozbarînê Iraq û Herêma Kurdistanê girtiye û Rêveberiya Keşnasiyê ya Iraqê destnîşan kir, tê pêşbînîkirin ku bi îro êvarê re, pêla tozbarînê ber bi nemanê ve biçe.