image

PeyamaKurd – Di çarçoveya çalakiya Festîvala Off Road a ku du roj berê li navçeya Licê ya Diyarbekirê ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê hat lidarxistin de, parêzgariya Gîresûn a Tirkiyê li ser otobûsa xwe posterê Topal Osman ê wekî qatilê Kurd, Rum û Ermenan tê naskirin, li nav bajêr gerand.

Efserê dema Osmaniyan Topal Osman, destê wî di kuştin û komkujiyên Kurd, Ermenî û Rumên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de heye û posterê wî yê bi çek bi dirûşma ‘Gîresûn besî we ye!’ li pişta otobûsê di nav Licê de hat gerandin.

Ev bûyer di dema Festîvala Off Roadê de rû daye ku roja 21ê Gulana 2022ê li ser pêşniyara Cîgirê Parêzgarê Amedê Murat Ozturk ê bixwe xelkê Giresunê ye û bi hevkariya Parêzgeha Giresunê li navçeya Licê ya Diyarbekirê hatibû sazkirin, pêk hat.

Piştî belavbûna wêneyên otobûsa Gîresûnê û posterê Topal Osman li ser medya civakî gelek nerazîbûn ji aliyê Kurd û Ermenan ve hatin nîşandan.

Parlamentera HDPê ya Diyarbekirê Remziye Tosun jî li ser hesabê xwe yê Twitterê bi Kurdî got: “Li Amedê bi destê qeyûman peyama kolonyalîst û nijadperest ji gelê me re tê dayîn. Gelê Kurd we nas dike, hûn jî gel baş nas bikin. Gelê Kurd li ber polîtîkayên we çong nedanîn û wê danayne. Hûn ê têk biçin!.”

Topal Osman kî ye?

Topal Osman li Bakurê Kurdistanê bi Komkujiya Sêwasê tê naskirin ku sala 1921ê li bajarokê Koçgîrî hat kirin. Peykerê Topal Osman ji aliyê General Velî Kuçuk ve hatiye çêkirin ku bi kuştinên kiryar nediyar tê naskirin û pêykerê wî li bajarokê Derelî yê Giresunê hatiye danîn.

Haci Topal Osman Axa sala 1883yan li Giresuna Tirkiyê ji dayîk bûye û 2yê Nîsana 1923an li Enqerê miriye. Ew efserê Osmaniyan di şerê rizgarkirina Tirkiyê de, serdema Mistefa Kemal Ataturk serokê Kuvaiye Millî ya Tirkiyê bû. Di dema şer de bi birîndarî hatiye girtin û ji aliyê Îsmaîl Hakki Tekçe ve serê wî hatiye jêkirin û kuştin.