image

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, daxwaz ji Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê kir ku her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmohlet e dest dest deynin ser daku careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.

Serokwezîr Mesrûr bi daxuyaniyekê ragihand: “Min îro daxwaz ji Wezareta Navxwe kir her çi cihên firotina çekan hebin bigirin û her çi çekek bêmohlet e dest bi ser de bigirin, ji bo careke din nebin gef li ser jiyana xelkê.”

Serokwezîr Mesrûr got: “Em ewlehiya gel û welatê xwe nakin qurbaniyên xirabkar, qaçaxçî û keysebazan. Daxwaz ji gelê Kurdistanê dikim, çi çekên bê molet li cem wan hebin, radestî hikûmetê bikin û bi xwe beşdarî proseya pakkirina Kurdistanê ji çekên bêmolet bibin. Piştre li gor yasa, babeta pirsa çek dê wer birêkxstin.”

Di dawiyê de jî Serokwezîr Mesrûr Barzanî destnîşan kir: “Daxwaz ji dadgehan dikim di bicihkirina yasayê de xemsar nebin û wan dilniya dikim ku bi her awayekî piştevan û hevkarê wan dibin.”

Hêjayî gotinê ye, Serokwezîr Barzanî piştî bûyera kuştina du mamosteyên zanîngeha Selahedîn ji aliyê xwendekarekî ve bi çeka bêmohlet, ev biryar daye ku karvedaneke mezin bi xwe re anîbû.