
PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê pêleke di a tozbarînê destpê kir û Rêveberiya Keşnasî û Erdhejê ya Herêma Kurdistanê hin rênimayên xweparastinê di derbarê wê de belav kir.
Rênimayên xweparastina yên ji tozbarînê wiha ne:
- Girtina derî û pencereyan û pakkirina cihê toz lê bariye.
- Ne ji bo karekî gelekî pêwîst be, divê kes ji malê dernekeve.
- Di dema derketina ji malê, divê mask bêne bikaranîn.
- Bêhtir av û şilavî bêne vexwarin û meywe û keskayî bêne xwarin.
- Di egera derketine her haleteke nexwastî de, welatî dikarin pêwendiyê bi hêla germ (122) re bikin.