image

PeyamaKurd - Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim, li ser hewldanên Tirkiyê yên ku dixwaze YPGê jî wek PKKê wekî rêxistineke terorî bide naskirin got, “Di planên NATOyê de ti dijberiya li hember Kurdan tine ye. Eger tiştekî bi vî rengî hebe, dê bihêle NATO bikule û nikaribe karê xwe di têkoşîna li dijî terorê de bi ser bixe.”

Salih Muslim di hevpeyvîneke ligel medya nêzîkî partiya xwe de li ser hewldanên Tirkiyê yê di nav NATOyê de diyar kir, “Tirkiye dixwaze ku her kes di şerê li dijî Kurdan û qirkirina wan de, li kêleka wê bisekine. NATO jî vê yekê qebûl nake. Îro NATO xwedî stratejiyeke nû ye, şerê yê li dijî terorê ji bo mijareke stratejîk e. Eger dixwazin şerê terorê li Rojhilata Navîn bikin, ji bilî Kurdan kes tune ye vê bike. Kurd dikarin vê bikin, li ser erdê jî ev îsbat kirin, Kurd ne terorîst in, lê belê şerê terorê kirin. NATO jî vê yekê dizane.”

Muslim li ser stratejiya nû ya NATOyê bal kişand ser guhertinên li Ukraynayê, bûyerên li Sûriye, Rojhilata Navîn û wiha pê de çû: “Projeya Rojhilata Navîn a Mezin ku 2001ê dest pê kirin, NATO pê radibe. Di planên NATOyê de tu dijberiya li hember Kurdan tune ye. Eger tiştekî bi vî rengî hebe, dê bihêle NATO bikule û nikaribe karê xwe di têkoşîna li dijî terorê de bi ser bixe.”