image

PeyamaKurd-Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên li Korbenda Davosê didomîne. Serokwezîr Mesrûr Barzanî, ligel Serokê Rêxistina JICA ya Japonî civiya û li ser xebatên rêxistinê û pêwendiyên wê yên bi Herêma Kurdistanê re guftûgo hatin kirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, hevdîtinên xwe yên ligel payebilindên  siyasî û rêxistinên cîhanî re didomîne. Serokwezîr Barzanî, vê carê bi Serokê Rêxistina JICA ya Japonî ya Hevkariyên Navneteweyî, Akihiko Tanaka re civiya. Hat ragihandin ku hevdîtin di çarçoveya kar û çalakiyên rêxistinê yên li Herêma Kurdistanê de hatiye kirin.

Hat zanîn ku tekezî li ser pêşvebirina hevkarî û hevahengiya navbera rêxistinê û Herêma Kurdistanê hatiye kirin. Hat ragihandin ku di derbarê girîngiya qada çandinî, bazirganî û teknolojiyê de jî guftûgo hatine kirin.