image

PeyamaKurd – Koma Orkestraya Kaluş a Ukraynayê di pêşbirka stranan a Eurovisionê ya ku li bajarê Torîna yê Îtalya hat lidarxistin de, di nav 25 welatên mabûn fînalê de bû yekemîn.

Koma Orkestraya Kaluş a li ser navê Ukraynayê beşdarî Eurovisionê kiribû bi strana xwe ya "Stefania" bi giştî 631 pûan wergirt û bû yekemîn.

Nûnera Brîtanyayê Sam Ryders bi strana "Space Man" 466 pûan wergirt û bû duyemîn û nûnera Îspanyayê Chanel jî bi strana “SloMO” û wergirtina 459 pûanan bû sêyemînê pêşbirka navnetewî ya Eurovisionê.

Hêjayî gotinê ye, Ukrayna bi vê encamê re ji sala 2004 û 2016an ve cara sêyemîne ku dibe yekemîn di pêşbirka stranan a Eurovisionê de.