image

PeyamaKurd-Li Diyarbekira Bakurê Kurdistanê, li navçeya Liceyê amadekariya Festîvala Off-Roadê tê kirin. Beriya ku festîval dest pê bike, li Qada Deriyê Çiyê, danasîna maşînan hat kirin. Hat ragihandin ku cara yekemîn e dê li Diyarbekirê festîvaleke bi vî rengî were lidarxistin.

Festîval, ji aliyê Parêzgariya Diyarbekirê û Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê ve tê pergalkirin. Hat ragihandin ku dê festîval sibê (21.05.2022) li navçeya Liceyê ya ser bi Diyarbekirê ve dest pê bike. Ji bo danasîna festîvalê, 20maşîn li Qada Deriyê Çiyê hatin pêşandan.

Hat ragihandin Endamên Klûba Off-Roadê ya Çotanakê, ji Gîresûnê hatine û di nav wan de harmend, mamoste, dikandar û karker jî hene. Endamên klûbê ragihand ku ji ber ku ew cara yekemîn tên Diyarbekirê, ew gelek kêfxweş û bi kelecan in. Endamên klûbê ragihand ku ew ê sibê bi van maşînan li gund û çiyayên Liceyê bigerin.

Hat diyarkirin ku di çarçoveya Festîvala Off-Road a Diyarbekirê de dê sibê li Liceyê pêşbaziyek were lidarxistin.