TR KU SO
FB X
Aborî

Almanya firînên Mahan Air a Îranî qedexe dike

Admin H
Nivîskar
📅 24 berfanbar 2018 20:49

PeyamaKurd - Hat ragihandin ku Almanya dê firînên kompaniya rêhewayî ya Îranê Mahan Airê qedexe bike.

Mahan Airê di nav dorpêçên Amerîkayê yên ser Îranê de cî digire ku tê gotin, balafirên wê kompaniyê kelûpel ji hikûmeta Sûriyê ya Beşar Esed re rê dikirin.

Rojnameya Alamanî Bildê ragihand ku hikûmeta Almanyayê amadekariyan dike ku firînên ji Dusseldorf  û Munihê yên Mahan Airê betal bike û qedexeyê deyne ser wê kompaniya Îranî.

Hat diyarkirin ku dê qedexe meha Çileya 2019an destpê bike.

Parve bike: