Aborî
Amarên dawî eskere bûn: Enflasyona bihayiyê gihîst lutkeyê!
PeyamaKurd – Amarên dawî yên enflasyon û bihayiyê yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê îro 4ê Nîsanê hatin eşkere kirin.
Li gorî amarên Saziya Amaran a Tirkiyê (TUIK) di meha Adarê de enflasyon li gorî meha borî 5,46%î zêde bûye û rêjeya enflasyona salane jî gihîştiye ji sedî 61,1ê.
Hevdem Koma Lêkolînan a Enflasyonê ENAGê jî rêjeya dawî ya meha Adarê eşkere kir û ragihand, rêjeya enflasyona mehane ya bihayiyê ji sedî 11 derbas kiriye û ya salane jî gihîştiye 142,63%î.
Li gorî van rêjeyên hatine belavkirin enflasyona li Tirkiyê vegeriyaye 20 sal berê ku destpêka sala 2000an de jî krîzeke kûr ya aborî hebû.