TR KU SO
FB X
Aborî

Banka Navendî ya Îraqî 20 milyon dînar bo cotyarên Dihokê sandin

📅 04 îlon 2019 12:59

PeyamaKurd - Rêvebirê Sayloya Feyidiyê Nazim Mihemed Elî da zanîn ku ji Banka Navendî ya hikûmeta Îraqê 20 mîlyar dînar pere bo cotyarên Dihokê gihiştin.

Mihemed Elî got ku cotkar îro dikarin seredana navenda civandin û embarkirina geniman bikin û çekên xwe yên bo genim wergirin û pere xwe ji bankan bikşînin.

Yek ji cotyaran ku dirava çend salan wernegirtiye Ebdulrehman Hisên dibêje ku karekî baş e ku pereyên wan hatiye.

Ew daxwaz ji hikûmeta herêma Kurdistanê û ya Bexdayê dike ku zêdetir alîkariya cotyarên deverê bikin da zêdetir û birêkûpêktir berhemê xwe zêde bikin.

Hêjayî gotinê ye ku dirava ji hikûmeta navendî li sê sayloyan: Zaxo, Feyidîyê û Şêxan hat belav kirin

Parve bike: