TR KU SO
FB X
Aborî

Erebistana Si’ûdiyê alîkariya Tûnisê dike

Admin M
Nivîskar
📅 16 berfanbar 2018 19:58

PeyamaKurd- Serokwezîrê Tûnisê Yûsif Eş Şahid bo çapemeniyê ragihand ku Erebistana Si’ûdiyê soz daye ku, bi bihayê 830 mîlyon dolarî alîkarî û sermaye bide welatê wî. Ji vê alîkariyê 500 mîlyon dolar bo budçeyê,230 mîlyon dolar bo bazirganiya derve û 100 mîlyon dolar jî bo sermaye bixe welat, wê veqetîne.

Şahid ragihand ku dema wezîrê wî yê bazirganiyê Riza Şelgûm here Erebistanê wê hevdîtinên vê biryarê temam bike. Şahid li ser daweta Muhammed Selman pêncşema borî seredana Erebistanê kiribû.

Muhammed Selman di 27 ê meha borî de, dema diçû civîna Arjantînê seredaneka kurt bo Tûnisê kiribû û gelek kes nerazîbûna xwe bo vê seredanê aşkera kiribûn.

Parve bike: