FED faîzê 75 baz zêde kir
PeyamaKurd – Banka Navendî ya Amerîkayê FED ji sala 1994 an heya niha di nav 28 salan de biryara faîza herî zêde da ku ew jî di baza 75 pûanan de ye. Li gor vê zêdekirinê, faîz derket navbera 1.50 -1.75 an.
FED ê di biryarê de ragihand ku ji bo bigihê hedefa %2 faîzê, soz daye ku wê bi xwurtî tevbigere. Biryar ji 10 dengan bi biryara 9 dengan hat dayîn. Kesê muxalif yê serokê Kansan City ê Esther George dixwest ku bi baza 50 yan faîzê zêde bike.
Di metna biryarê de hat gotin ku li gor tengbûna berê aborî di ¼ salê de xwe daye hev. Li gor biryarê bendeya mezinbûna aboriyê ku 2.8 bû, wê kirin 1,7. Di sala 2023 an de texmîna pêşdeçûna aboriyê %2,2 bû lê vê texmînê daxistin 1,7. Texmîna mezinbûna aboriyê ya sala 2024 ê ji %2 an daxistin %1,9 ê.
Tevî ku Fed ê gelek bi tundî aboriyê birêve dibir jî heya meha hezîranê enflasyona li Amerîkayê giha %40 an.