TR KU SO
FB X
Aborî

Fitch, notê krediya Tirkiyê daxist jêr

Admin M
Nivîskar
📅 13 tîrmeh 2019 21:26

PeyamaKurd- Rêxistina navdewletî ya ku derece dide krediyên dewletan Fitch Ratings, notê krediya Tirkiyê daxist asta jêr. Li gor ragihandina Fitch Ratingsê notê Tirkiyê yê bi pereyên biyanî ji “BB” yê daxist “BB-“ yê. Ev not bo Tirkiyê bî neyînî an ku negatîvî tê qebûlkirin.

Di ragihandinê de hinek sedemên daxistina notê Tirkiyê weha ne; pêşdeçûnên di derbarê Banka Navendî ya Tirkiyê, hêdîbûna pêşdeçûna di aboriya Tirkiyê de, derengmayîna di daxistina enflasyonê de û teslimata S-400an ji Rûsya de bo Tirkiyê ku ev jî talûka dorpêça Amerîkayê bo ser Tirkiyê dikare bi xwe re bîne.

Parve bike: