TR KU SO
FB X
Aborî

Google ji ber hişê çêkirî 500 mîlyar dolar winda kir

Admin H
Nivîskar
📅 30 cotmeh 2026 18:00

PeyamaKurd - Borsaya şîrketa hevpar a Googleyê Alphabetê, piştî daxuyaniya ku kurte-agahiyên hişê çêkirî (AI) li ser encamên lêgerînê bandorê li ser dahata reklamê dikin, rastî kêmbûneke nedîtî hat.

Nirxê Googleyê bi carekê dakete asta herî nizm a şeş mehên dawî. Bi vî awayî jî tevahiya nirxê bazarê yê şîrketê ji 3,97 trîlyon dolarî daket 3,46 trîlyon dolaran.

Googleyê bi vî awayî di rojekê de nêzîkî 500 mîlyar dolar winda kir.

Her çend dahata giştî ya Alphabetê ji sedî 25 zêde bûbe jî, zêdebûna lêçûnên giran ên ji bo hişê çêkirî û kêmqezenciyê hişt ku veberhêner bitirsin û parên xwe yên kompaniyê bifiroşin.

Li aliyê din, şîrketên mezin ên wekî Amazon û Microsoft jî diyar kirin ku ew ê di pêşbirka hişê çêkirî de berdewam bin û mîqdarên mezin bo wê xerc bikin. Digel ku Microsoftê serkeftinek di hin warên xwe de nîşan da, veberhêner li bendê ne ku bibînin bê gelo ev veberhênanên mezin dê di demdirêjî de vegerin qezencê an na.

Parve bike: