Guardian: Erdogan serê spekulatoran daye destpêkirin, îflas li ber derî ye
PeyamaKurd - Hewlên Tirkiyê yên ji bo daxistina bihayê dolar di van rojên dawî de ku bi ser borsayên Brîtanyayê ve pêk tên, li Tirkiyê krîza aborî kûrtir dike.
Deshilatdariya Tirkiyê beriya hilbijartinan dixwaze rê li ber bilindbûna zêde ya dolar bigire, lê li gor aborîzanan ev hewlên demkî bi ser nakevin û dê piştî hilbijartinên herêmî krîza aborî kûrtir bibe.
Rojnameya Guardian a Brîtanî şîroveyek li ser hewlên Tirkiyê yên piştgiriya Lîrayê Tirkiyê belav kir ku tê de got, dê ev gavên han di aboriya gerdunî de bibin sedema pêleke mezin.
Di şîroveya edîtorê aborî yê Guardianê Larry Elliot de hat destnîşankirin ku ‘Erdogan li dijî spekulatorên biyanî (ji bo pereyên tirkî nikaribin bi dest bixin) şerek daye destpêkirin’ ku dê ji bo sermayedarên biyanî bibe sedema tengaviyê û di rojên pêş de jî ji bo Tirkiyê maliyeteke mezin derxe holê.
Elliot diyar kir, şerê ku Erdogan daye destpêkirin dişibe Serkeftina Pirûsê ku dê serkeftine bedelê wê gelekî giran be.
Rojnameyê bal kişand ser ku ji bo aboriya Tirkiyê ‘resesyon’ li ber derî ye ku ev jî tê wateya îflasa aboriya Tirkiyê.