TR KU SO
FB X
Aborî

Hecma bazirganiya derve ya Tirkiyê ji 50 milyar dolarî derbas bû

Admin M
Nivîskar
📅 05 hezîran 2026 00:04

PeyamaKurd – Rêjeyên bazirganiya derve yên Tirkiyê ji aliyê wezareta bazirganiyê de hat weşandin û di meha Gulanê de li gor sala borî ya heman mehê, di îtxalat û îxracatê de kêm bûye.

Di meha Gulanê de, di asta salê de îxracat %9,3 kêm bûye û bûye 22 milyar 504 milyon dolar. Îtxalat jî %10,7 daketiye û bûye 28 milar û 103 milyon dolar.

Di meha Gulanê de hecma bazirganiya derve li gor sala borî %10,1 kêm bûye û bûye 50 milyar 607 milyon dolar.

Parve bike: