Hikûmeta Kurdistanê: Ji bo Bexda mûçeyan bişîne kêşe nemane
PeyamaKurd - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî ragihand, Hewlêr û Bexda ji bo kêmkirina para dahata navxwe ya ku radestî Bexdayê tê kirin guftûgoyên xwe berdewam dikin û eşkere kir, her du alî li ser bicihkirina sîstema nû ya gumrikê nêzîkî lihevkirinê ne.
Hewramanî diyar kir, biryara Bexdayê ya derbarê şandina 120 milyar dînar ji dahata navxwe ya Herêma Kurdistanê, "bingeheke xwe ya yasayî tune ye." û got: "Ji bo berjewendiya giştî û ji ber rewşa darayî, em ligel Serokwezîrê Iraqê di peywendiyê de ne, daku ev birê pereyî were kêmkirin û têgihîştineke baş di navbera her du aliyan de heye."
Li ser şandina mûçeyê fermanberan de jî Berdevkê Hikûmetê got ku ti kêşeyek di şandina mûçeyan de ji aliyê Bexdayê ve nemaye.
Hewramanî li ser sîstema nû ya gumrikê ya bi navê "Asycuda" diyar kir ku Hewlêr û Bexda nêzîkî lihevkirina dawî ne û got, ji bo temamkirina rênimayên vê sîstema nû li dergehên sînorî, pêdivî bi 4 mehên din heye û roja 29ê Hezîranê şandeke hikûmeta Kurdistanê ji bo vê yekê serdana Bexdayê dike.
Hêjayî gotinê ye, Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê bi serokatiya Mesrûr Barzanî û amadebûna Qubad Talebanî civiya û di civînê de hûrguliyên peymana 18ê Hezîranê ya ligel Bexdayê derbarê hevahengiya gumrikê û sîstema Asycuda hatin gotûbêjkirin.