Aborî
Îngîltere ji Nîjeryayê re bi miqdarê 15 mîlyon Sterlîn alîkariya xidayê da
PeyamaKurd – Li welatê Nîjeryayê li bakurê rojhilatê welat ji ber êrîşên rêxistina Boko Haramê xelaya xidayê û kêmasiya peydakirina xwarinan heye. Ji bo alîkariya çareseriya mijarê Îngîltere, bi miqdarê 15 mîlyon Sterlînî destek da. Alîkariyê di rêya Neteweyên Yekgirtî de, di beşên UNICEF û WFP ê de kir.
Wê ev pere, li deverên weka Borno, Adamawa û Yobe an ku ew ciyên ku lê xwarin kêm e û xida nagihîje wan deveran bê serfkirin. Komîserê bilind yê Îngîlîzan yê li Nîjeryayê Gill Atkinson, daxwuyanî da û got ku li başûrê rojavayê Nîjeryayê, bi sedema bûyerên şiddetê dewam dikin, 4.1mîlyon kes bi krîza xidayê re rû bi rû mane.