TR KU SO
FB X
Aborî

Iraq: Xeta boriya Kurdistanê girîng e lê cihê Hurmizê nagire

Admin H
Nivîskar
📅 12 adar 2026 19:40

PeyamaKurd - Şêwirmendê Aborî û Darayê yê Serokwezîrê Iraqê Mezher Mihemed Salih, ragihand ku xeta boriya petrolê ya Herêma Kurdistanê ya ber bi Bendera Ceyhanê ve ji bo "cihêrengkirina deriyên hinartinê" stratejîk e, lê nikare bibe alternatîfa Tengava Hurmizê.

Salih destnîşan kir ku ji sedî 90ê petrola Iraqê ber bi bazarên Asyayê ve diçe û di bin şert û mercên asayî de rojane 3,4 milyon bermîl petrol di ser benderên Kendavê re derbas dibe. Herwiha anî ziman ku ji ber astengiyên teknîkî yên salên borî, tenê piştgirêdana bi vê xetê wekî alternatîfa rêya deryayî ya Kendavê karekî zehmet e.

Ji bo destpêkirina hinartinê peyman hate girêdan

Li gorî nûçeya Rûdawê Berdevkê Wezareta Petrolê ya Iraqê Dr. Sahib Bezûn jî eşkere kir ku ji bo hinartina petrola Kerkûkê di ser Herêma Kurdistanê re bo Tirkiyeyê peymanek hatiye îmzekirin. Li gorî plana nû tê payîn ku ev xet bi kapasîteya xwe ya herî zêde, yanî rojane 600 hezar bermîl petrol kar bike. Bezûn diyar kir ku komîteyeke hevpar a Hewlêr û Bexdayê dê di rojên pêş de serdana meydanî ya boriyan bike û ragihand ku planên wan hene ku petrolê ber bi Sûriyeyê ve jî hinarde bikin û xeta Iraq-Erebistana Siûdiyê dîsa bixin dewrê.

Mercên Hewlêrê û krîza petrolê

Li aliyê din, berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo vekirina xetê mercên giran danîne pêşiya Bexdayê. Hewlêr daxwaz dike ku Bexda dawî li "dorpêça dolarî" bîne û garantiya ewlehiyê bide şirketên petrolê; herwiha heta dolarên pêwîst neyên dabînkirin, tu dilopeke petrolê di boriyê re derbas nabe. Ev hewildanên Bexdayê di demekê de ne ku ji ber şerê Îranê û girtina Tengava Hurmizê ji aliyê Îranê ve, berhemanîna petrolê ya li başûrê Iraqê ji 4,3 milyon bermîlan daketiye 1,3 milyonî û welat rû bi rûyî zirareke mezin a darayî maye.

Parve bike: