IRENA: Enerjiya xwe nû dike di 2025an de ber li 480 milyar dolarî ardûyên fosîl girt
PeyamaKurd – Ajansa navdewletî ya Enerjiya Dikare xwe nûh bike (IRENA) di rapora xwe de ragihand ku kapasîta enerjiya dikare xwe nûh bike, di sala 2025an de dikaribû ber li kirîna bi bihayê 480 milyar dolarî ardûyên fosil bigre.
Maliyeta an ku bihayê enerjiya rojê û enerjiya bayê dadikeve û li gor bihayê enerjiya fosil erzan e. Kara Çînê di enerjiya ku dikare xwe nûh bike de 177 milyar dolar e.
Li gor raporê; di xizmeta giştî ya sala 2025an de %90ê enerjiya xwe nûh dike, maliyeta wê gelek di binê enerjiya fosil de ye.
Enerjiya rojê ya fotovoltaik (PV) maliyeta hilberîna wê asta xwe ya sala 2024an diparêze û serê megavat/seetê 44 dolar e. Lê maliyeta enerjiya bayê hêj kêmtire. Maliyeta enerjiya bejayiyê ya bayê % 4 kêm bûye û serê megavat/seetê 33 dolare, ye deryayê %3 kêm ketiye û serê magavat/seetê 78 dolar e.
Li welatên weka Îtalya, Almanya û Japonyayê ku li wan welatan bihayê gazê zêde bilinde, hilberîna elektrîkê serê megavat/seetê nêzî 100 dolariye. Krîza Rojhilata Navîn jî ji ber dahatûya wê zelal nîne û dibe bihayê wê bilind be.
Enerjiya xwe nûh dike, ne tenê bi maliyeta elektrîkê lê di wexta krîza 2026an ya Hurmizê de, dema bihayê enerjiyê bilind bû, elekltrîka xwe nûh dike, di parastina darayî ya welatan de roleka baş leyîst.
Welatên Başûrê Rojhiatê Asya yên girêdayê kirîna ardûyên fosilin yên weka Endonezya, Tayland û Fîlîpînê bi xêra enerjiya ku dikare xwe nûh bike, ji kirîna bi bihayê 5,7 milyar dolarê sala 2025an rizgar bûn û bi enerjiya ba û rojê xwe parastin. Heman miqdarê enerjiyê di dewra Adar-Gulana 2026an de, dema li ser bihayê di wexta krîzê de tê hesabkirin, wê bibûya 6,5 milyar dolar.
Li gor rapora IRENAyê; feda enerjiya xwe nûh dike ne tenê bi maliyetê sînordar maye. Di 20 aboriyên mezin ku di asta dinyayê de hilberîna elektrîka wan di sala 2025an de dike 4/5ê dinyayê, bi xêra enerjiya xwe nûh dike, ji kirîna enerjiya fosil, bi miqdarê 377 milyar dolarî rizgar bûn.
Di serî de Çîn bi 177 milyar dolarî tê û di peyde amerîka bi 35 milyar dolarî, Brezilya bi 32 milyar dolarî, Hindistan bi 18 milyar dolarî, Almanya bi 18 milyar dolarî û di peyde Japonya tê.