TR KU SO
FB X
Aborî

Jimara kesên bê kar ji 13 milyonan derbas kir

Admin M
Nivîskar
📅 18 gulan 2026 21:07

PeyamaKurd – Şîrketa DİSK-AR rapora çaryeka ewilî ya sala 2026an ya bazara kar ya Tirkiyê ragihand. Li gor raporê; jimara kesên ku karên wan di dest de nîne, gihaye 13 milyon û 265 hezarî.

Jimara kesên ku di wexta kar de ne, 66,7 milyon kesin lê tenê jimara kesên qeydiyên xwe kirine 22,3 milyonin ku bi temamî kar dikin.

Di çarçova fireh de, kesên ku xwediyê kar nînin %30,3ye lê ji bo jinan ev reqem %39,6 e. Di nav ciwanan de nisbeta bêkaran %36 e lê di jina de ev nisbet 50,8 e. Tirkiye bi nisbeta NEETê ya %23,6, di Ewrûpa de, di rêza yekem de ye.

Parve bike: