Aborî
Kacır got: “Di 23 salan de îxracata Tirkiyê ji 36 milyar dolarî derket 278 milyar dolarî”
PeyamaKurd – Wezîrê sanayiyê û teknolojiyê yê Tirkiyê Mehmet Fatih Kacır, li bajarê Tirkiyê li Zonguldakê axifî û got ku di nav 23 salan de îxraca Tirkiyê ji 36 milyar dolarî derxistine 278 milyar dolarî.
Kacır got; di hilberîna İHAyan de Tirkiye di dinyayê de yekeme, di hilberîna erebeyên bazirganiyê, panelên rojê, otobus, eşyayên sipî yên malê, tekstîl, berhemên ahşab û pola de, di Ewrûpa de yekem in. Di eleminyum; camên dûz, seramîk, berhemên plastîk, alavên bi motor, komponentên tîrûbînên bayê de, di Ewrûpa de di rêzên pêş de ne.
Kaçır, her weha ragihand ku di dinya îro de hilberîn tenê têr nake. Hilberînê çawa dikin, çavkanihyan çawa bikartînin, li hawridoriyê çawa bandorê dikin tev girîng in.