Kurdistan | Dabeşkirina mûçeyên meha Îlonê dest pê kir
PeyamaKurd - Tîma projeya "Hejmara Min" ragihand û îro 11ê Cotmeha 2026an, proseya dabeşkirina mûçeyê meha Îlonê bi awayekî dîjîtal li seranserê parêzgehên Herêma Kurdistanê dest pê kir û biryar e heta roja 14ê Cotmehê dewam bike.
Li gorî daxuyaniya tîma projeyê, hejmara giştî ya mûçexurên tomarkirî di projeyê de gihîştiye 1.14 milyon fermanber û mûçexuran. Di heman demê de heta niha 1.07 milyon kartên bankî hatine dabeşkirin û niha zêdetirî 1.02 milyon sûdmend mûçeyên xwe rasterast bi rêya vê sîstemê werdigirin.
Ji bo hêsankirina kişandina pereyan, derdora 800 otomatên kişandina pereyan (ATM) li zêdetirî 200 cihên cuda hatine danîn. Dabeşbûna mûçexurên ku mûçeyên xwe bi dîjîtal werdigirin li gorî parêzgehan wiha ye: Hewlêr: 422 hezar kes, Silêmanî: 372 hezar kes, Dihok: 197 hezar kes, Helebce: 25 hezar kes.
Derbarê polên wergirên mûçe de, tîma "Hejmara Min" hate diyarkirin ku 400 hezar fermanberên sivîl, 238 hezar Pêşmerge û endamên hêzên Asayîş, 313 hezar xanenişîn û 65 hezar malbatên şehîdan mûçeyên xwe bi rêya vê sîstema nû ya bankî werdigirin.
Her wiha hat diyarkirin ku rêjeya mûçexwirên dîjîtal di van mehên dawî de bi rengekî berbiçav zêde bûye; di meha Hezîranê de 836 hezar kes bûn, di Tîrmehê de gihîşt 922 hezarî, di Tebaxê de bû 1,001,000 kes û di vê meha Îlonê de gihiştiye 1,016,000 mûçexUran.
Tîmê bang li welatiyan kir ku ji bo her pirsgirêk an pirsiyarekê, bi xeta germ a jimare 1991 re pêwendiyê deynin.