TR KU SO
FB X
Aborî

Li Tirkiyê di mehekê de 1.505 kompanî hatin girtin

Admin H
Nivîskar
📅 21 tebax 2020 23:43

PeyamaKurd - Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) ragihand ku tenê di meha Tîrmeha 2020an de, Hezar û 505 kompaniyên kar hatine girtin.  

Yekîtiya Borsayan û Odeyan a Tirkiyeyê (TOBB) di rapora xwe ya şirketan a meha Tîrmehê de diyar kir, li gorî mehek berê hêjmarên kompaniyên hatine avakirin ji sedî 6,32 ye û 10 hezar û 202 kompaniyên nû hatine avakirin.

TOBBê herwiha ragihand ku di heman mehê de kompaniyên hatine girtin, ji sedî 35,34 e û hêjmara kompaniyên hatine girtin jî Hezar û 505 in. Di meha Hezîranê de jî Hezar û 112 kompanî hatibûn girtin.  

Parve bike: