Mesrûr Barzanî bang li karsazan kir: Ji bo projeyên mezin komên aborî yên bihêz ava bikin
Serokê Desteya Veberhênanê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mihemed Şikrî, ragihand ku nêzîkî 83% ji veberhênerên li herêmê karsazên navxweyî ne û piştgiriya hikûmetê bo wan berdewam e.
Şikrî eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî ligel veberhênerên navxweyî civiyaye û daxwaz ji wan kiriye ku di hemû sektoran de, bi taybetî ji bo kargehên mezin, bi hev re "komên aborî yên bihêz" ava bikin daku beşdariyê di projeyên stratejîk de bikin.
Li gorî amarên fermî yên desteyê, ji nîvê sala 2019an heta çaryeka yekê ya sala 2026an, 754 destûrên veberhênanê bi sermayeya 22 milyar dolaran dane pargîdaniyên navxweyî û biyanî, ku niha 54 projeyên mezin ên bi bihayê 11 milyar dolaran di qonaxa cîhanînê de ne.
Veberhênana 4 milyar dolarî ya Çînê û pîşesaziya otomobîlan
Mihemed Şikrî destnîşan kir ku aramiya Herêma Kurdistanê û hêsankariyên Qanûna Veberhênanê dergehên nû li pêşiya sermayeya biyanî vekirine û di vê navberê de "pişka şêr" bi qebareya zêdetir ji 4 milyar dolaran ber bi veberhênerên Çînî ve çûye.
Di çarçoveya lihevkirina dawiyê de, şîrketên Çînî dê sê kargehên mezin ên hilberandin û girêdana parçeyên pîşesaziya otomobîlan li Hewlêrê ava bikin.
Herwiha Rêveberê Giştî yê Bajarkên Pîşesazî Piştîwan Heme Seîd eşkere kir ku veberhênerên Çînî plan dikin kargeheke pêşketî ya hilberandina otomobîlên elektrîkî jî li Hewlêrê ava bikin; ev proje niha di qonaxa lêkolîna hûr de ye û tê çaverêkirin ku di nav 6 mehên bê de dest bi kar bike da ku hewcedariyên bazara herêmî dabîn bike û derfetên nû yên kar bafirîne.