TR KU SO
FB X
Aborî

Nirxê petrolê bilind bû: 60 dolar derbas kir

Admin S
Nivîskar
📅 11 berfanbar 2018 15:31

PeyamaKurd - Nirxa bermîla petrola Brent piştî çend rojan dîsa zêde bû û 60 dolar derbas kir.

Bi vebûna borseyên Asyayê re îro Sêşemê nirxê petrolê 19 cent zêde bû ku niha bermîleke petrola Brent bûye 60 dolar û 19 cent.

Bermîla petrola sivik a Teksas a Amerîkayê jî 16 sentan bilind bû û bi 51 dolar û 16 sentan kirrîn û firotin tê kirin. 

Wekî sedema bilindbûna bihayê petrolê kêmbûna asta berhemanîna petrolê ji kêlgeha Şerare ya Lîbyayê tê nîşandan.

10ê Kanûnê komeke çekdar êrîş biribû ser kêlgeha Şerare ya Lîbyayê ku tê gotin, piştî wê êrîşê hinardekirina petrola wê kêlgehê daketiye û di asta cîhanê de bandor li ser nirxê petrolê kiriye.

Parve bike: