Projeyasaya budçeyê karesat e, aliyên Kurdistanî yekdeng in
PeyamaKurd - Parlamenterê Fraksiyona PDKê di Parlamentoya Iraqê de Şêrwan Duberdanî ragihand ku projeqanûna budceya giştî karesatek e û mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê li ber çav nehatine girtin.
Duberdanî diyar kir ku pişka Herêma Kurdistanê ji bo kêmtirî %12an hatiye daxistin di demekê de ku divê %14.14 be û rêjeya budçeya Wezareta Perwerdeyê ya Iraqê bitenê ji tevahiya pişka Herêma Kurdistanê zêdetir e.
Duberdanî bal kişand ser astengiyên din ên di projeyasayê de yên wekî şertê radestkirina rojane ya 400 hezar bermîl neftê, dahatên ne-neftî û qerzên Banka Bazirganî ya Iraqê (TBI) û destnîşan kir ku di nav projeyê de bi dehan mînên çandî hene.
Duberdanî bang li hemû fraksiyonên Kurdistanî kir ku ji bo rûbirûbûna van metirsiyan bi hev re bixebitin; li gorî zanyariyan jî aliyên Kurdî li ser redkirina reşnivîsê hevnerîn in.